1. navê wî yê din melek e. solîstê koma amedê bûye. di salên 80yî de ji rojava hatiye enqereyê bo xwendina beşa bijîşkiyê li hacettepeyê. li wir bi çend kurdên bakûrî re komeke bi navê koma amed ava kirine, albûm derxistine, konsertan dane. lê ji ber zordariyên siyasî melek pêşî derbasî fakulteya tibbê ya çapayê bûye paşê jî ji ber desteserkirinan aciz bûye û beşdarî refê gerîllayan bûye, piştî pênc mehan şehîd ketiye. |
|
13.11.2018 18:10 |
roza
|
2. Çîroka koma amed bi wî dest pê dike. Ji bo xwendina bijîjkiyê ji rojavayê tê zanîngeha hacettepeyê. Stranbêj, helbestvan û wênesaz e. |
|
17.05.2020 09:55 |
kajav
|
3. Birînek e ku di nava dil de ye. Ew camêrê ku di zêmara derengmayî de qala wî tê kirin e. Gava mirov li çîroka wî û stranên wî guhdar dike kezeba mirov diperite. Di emrek ciwan de di demek pirr kurt de di qada muzîka kurdî de xebatên nejibîr pêk aniye. Mixabin di îroyî de pir nayê zanîn |
|
29.12.2020 20:39 ~20:38 |
tûjo
|
4. mucewherekî ku qedrê wî her tim bilind e. |
|
15.02.2021 17:52 |
wiha wilo wisa
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1] |
|
amedspor [1] |
|
têkiliyên ensest [3] |
|
qijika reş [1] |